حرف اضافه

گاهأ یک حرف اضافه به همراه یک اسم آمده که در واقع یک حرف اضافهء مرکب را درست می‌کنند، مثال:

par, can, kes, av, bav, dê, hûş, bext, zar, çî, çîk, goman,bitam,bihûş, bijan, bijartin, biav, berdestî, bermalî, berçavk, berbang, binçeng, bindest,bingeh, binav, dergeh, dergûş, navber, navçe, navçeng, paşeroj, paşverû, paşpê, pêşverû,şîn, jibo, … hwd

 
از، درست شدن از                  ji

( حرف اضافه  ji  معمولا در جلوی اسم یک مکان قرار می گیرد و بیرون رفتن از آن مکان را نشان می دهد، البته معنی های دیگر هم دارد، به مثالهای زیر توجه کنید)

Ez ji debistanê têm

من از مدرسه می آیم.

Ew ji mal çû

او از خانه رفت.

Ez ji mal têm

من از منزل می آیم.


Ji darê dakeve

از درخت پایین شو!

Rojîn ji debistanê tê

روژین از مدرسه می آید.

Daniyal ji Şîrwanê ye

دانیال از شهر شیروان است.

Diya (dayika, dêya) min ji dûkanê tê

مادر من از مغازه می آید.

Bavê min ji mal derket

پدر من از منزل خارج شد.

Ez ji mala xalê xwe têm

من از منزل دایی خود می آیم.

Kambîz ji dawetê tê

کامبیز از عروسی می آید.

Rojîn ji sêvan hez dike

روژین از سیب لذت می برد.

Rojîn ji dawetê hez dike

روژین از عروسی لذت می برد.

Min Kurmanjî ji dayika xwe hêvîsî

من کرمانجی را از مادر خود یاد گرفتم.

Ez ji kurm û kêz hez nakim

من از کرم و حشره خوشم نمی آید.

Daniyal ji guran natirse

دانیال از گرگها نمی ترسد.

Daniyal berî serşûştinê kincên xwe ji xwe dike

دانیال قبل از اینکه سر خود را بشوید لباس خود را از تن خود میکند.

Ez ji Kurmanjên bakûra xorasanê me

من از کرمانجهای شمال خراسان هستم.

Daniyal ji Rojînê kêmek dirav deyn (qerz) kir

دانیال کمی پول از روژین قرض گرفت.

Ew ji bo xelkî xwe kar (xebat) dike

او برای مردم خود کار می کند.

Bavê te ji bo birayê min radyoyek kirî

پدر شما برای برادرم یک رادیو خرید.

Ew bîst sal berê ji dayika xwe bûye

ایشان بیست سال پیش از مادرش متولد شده است.

Gur ji roja bi mijdûman hez dike

گرگ از روز مه آلود لذت می برد.

Kesê ku ji yekê fahm neke, ji sedî jî fahm nake

کسی که از یک نفر نفهمد، از صد نفر هم نمی فهمد.

Xanîyê me ji yê we bilindtir e

خانه ما از مال شما بلندتر است.

Hesp ji mehînê (mahînê) bezatir e

اسب از مادیان تندتر است.

Golika malê ji gayê malê natirse

گوسالهء اهل خانه از گاو خانه نمی ترسد.

Hengulîska tilîya (pêçîya) dergistîya min ji zêr e

انگشتر انگشت نامزد من از طلا است.

Bazinên destê (zendê) destgirtîya min ji zîv in

النگوهای دست (ساعد) نامزد من از نقره هستند.

Di bezînê (revînê) de ez ji te rindtir im

در دویدن من از شما بهتر هستم.

Beroş (tasik) a bêrîvanê ji mîs e

دیگ (پاتیل) کدبانو شیردوش از مس است.

Bêrîvanê şîr ji satilê rijande nav tasikê

کدبانو شیردوش، شیر را از سطل به داخل بادیه (کاسه فلزی) ریخت.

Bizina sor ji ser kevirê bêrîyê bazda û beroşa şîr rijand

بز قرمز از روی سنگ سکوی شیردوشی پرید و دیگ شیر را ریخت.

Çavên hinek ji malbata me kesk in, lê yên hinekan  şîn, reş yan  qehweyî ne

چشمهای تعدادی از خانواده ما سبز هستند، اما مال تعدادی نیز آبی، سیاه یا اینکه قهوه ای هستند.


Ji
 mal têm
Mala min ji şehrî Qoçanê dûr e
Kulav ji liva berxan çêdibe
Rojînê ji qehra wî guldan şikand (işkand
Ez  ji desgirtî ya xwe pir razî me
Weqes ji xwe razî mebe lo
Jê (ji  derê) tê
Mast û penîr ji şîr çêdibin
Ji wê rojê min dil bi te da
Ez ji te hez dikem
Kaxez ji daran çêdibe
Ji min qehir meke
Min jê (ji yara xwe) hez kir
Ew Ji min hez dike
Yêk jê (ji wan) pir xweşik bû
Weqes bi rê çûn ku ji pê (piyan) ketin
Koçer ji deşta (zozana) gulîlê daketin
Koçerên êla kawan ji çîyayi Ispicîrê barkirin
Rûyê desgirtî ya min ji heyva çardehê rewşentir e
Yekî ji wan got ku li Xorasanê xwendin bi kurmanji lazim e
Misirxanê kawî ji koçberiyê (yêlaq û qişlaq) dest kişand û di Şîrwanê de cîh girt

Bi qeyr ji (ji xeynî) Merawe Tepê, menteqa Serexsê  qişlaqa koçerên Kurmanj e

Lepik û şalên stûya serdar û çobazên Yêkitiya Zeferanlu ya êlên Kurdên Xorasanê ji tiftika bizin, yan ji herîya pêz û pirçika devan bûn

برای         ji … re ) ra  

برای – (بیشتر معنی میل به چیزی داشتن و یا آرمانی را می رساند، معنی های دیگر هم دارد به مثالهای زیر توجه کنید)

ji xelkê re jîr e, ji xwe re kwîr (kûr) e

برای مردم زیرک است، برای خودش کور است.

ji xelkê re gul e, ji xwe re kul e

برای مردم گل است، برای خودش ورم (زخم چرکین) است.

Ji
 min re kêmek dirav bişîne

برای من کمی پول بفرست.

Rojînê ji xwe re bestenî kirî

روژین برای خودش بستنی خرید.

Rojînê ji Daniyal re tu tişt negot

روژین برای دانیال هیچ چیزی نگفت.

Daniyal ji Rojînê re gulek kirîye

دانیال برای روژین یک گل خریده است.

Ez ji we re tiştekî nabêjim

من برای شما چیزی نمی گویم.

Jê (ji wê / wî) re nebêje (mewêje

برای ایشان نگویی.

Ez heroj jê (ji wê / wî) re dipirsim

من هر روز برای ایشان (زن / مرد) می پرسم.

Ew ji hevalên xwe re nîn dibin

آنها برای دوستان خود غذا می برند.

Em ji Kurdên Xorasanê re xwendin û nivîsîn bi Kurmanjî dixwazin

ما برای کردهای خراسان خواندن و نوشتن به کرمانجی می خواهیم.

Ji dêlva ku ji bavê min re bibêje, ji min re got

بجای اینکه به پدر من بگوید، به من گفت.

Yekî ji hevalê xwe ra got lawikek min heye, hevêl got xwedê ji te ra bihêle

یکی به دوستش گفت که یک فرزند پسر دارم، دوستش گفت خدا برای شما حفظش کند.

Ji te ra çi
Ez ji te ra her tiştî dibêjim
Min ji xwe ra digot
Ji min ra xoşbextî û ji reqîbê min ra bêbextî mida ken / nida ken
Kêfa min jê (ji wê) re tê
Min jê (ji wê / wî) re da
Wê ji min re sêvek şand
Wê ji min û te ra du kitab kirîne
Va (ev) nana (xwerina) ji me û we ra hatiye
Min  (ji Rojînê) ra got
Ji min ra duçerxêkê bistîne
Ji apî min ra kar bikî û nekî yêke

    ji … ve (va


معمولأ حرکتی یا عملی را نشان می دهد، معنی های دیگری هم میدهد، به مثالهای زیر توجه کنید
 


Xanî ji binî ve hilweşiya, ê bi kêrî tiştekî nayê

خانه از بنیان تخریب شد، به کار هیچ چیزی نمی خورد.

Ji aliyê tendurustî va ez xweşim

از نظر تندرستی من سالم هستم.

Ji te va çi

به نظر شما چی؟

Ji pê (piyan) va ketim

از پا افتادم.

ji pê (pey) te va kesek heye

به دنبال شما (بعد از شما) کسی هست؟

Ew ji pê me va dibezî (direvî
Ji nû ve dest pê kirin
Ji girê min va tişt negihişte min
Ji berê va ew dara bûn
Min ew ji nêzîk va rind dît
Ji dûr va temaşe kirin rind nîne
Tu dikarî ji ber min ve gepbikî
Wî ji ber deynê xwe ve bax firût
Ji min ve nêye dîtin
Ji aliyê min ve çû
Ji wir ve hat
Ji ber min ve jî bixwe
Ji dêl min ve bixwe
Ji pê me va nanê nîvro xwarin

 ji … de ( da     
بیشتر معنی مکان و یا طرفی که یک حرکت از آن شروع می شود می دهد

Ji aliyê min da rahet bibe

از طرف من راحت باشید.

Ji jor da dihate jêr

از بالا می آمد پایین.

Ji niha û pê de ez ê bi kurmanji binivîsim

از حالا به بعد من به کرمانجی خواهم نوشت

Roja xweş ji sibêh da xweş e

روز خوش از همان صبحش خوش است.

Ji wê rojê û vir da min ew nedîtiye

از همان روز به این طرف من ایشان را ندیدم.

Ji wir de hat

از آنطرف آمد

Ji vir de çû

از اینطرف رفت

ji ber

Ji ber çi

برای چی؟

Ji ber ku

برای اینکه.

Ji ber vê yekê

بخاطر این یکی.

Ji ber xwe

از پیش خود.

Rojînê mêwe ji ber me bir

روژین میوه ها را از جلوی ما برد.

Cecoxanê kawî şûr ji ber xwe kişand

ججو خان کاوانلویی شمشیر را از جلوی خود در کشید.


Ji ber
 çi tu nehatî
Kambîz ji ber bavê xwe ve rabû
Min Kambîz ji ber Daniyal ve şand dûkanê
Ez ji ber wî ve çûm Qoçanê
Me berx ji ber şîr ve kirin
Em ji ber wî rabûn

Ji ber …. re

ji dêl xweşiyê, te dilê me ji qeman (xeman) û qusan dagirtiye

Ji binDestê xwe ji bin kulavê xwe derîne

Ji bin ….. de (da

Ava befirendîla zozana Gulîlê ji bin herdê da berve Şîrwanê diherike

Ji bin  …  ve
Ji bin
 pirê ve redbû

Ji bo / ji boy / ji bona / bona / ji boyina  [Seba / sebo / sebona / sewa / sa / seva

برای –  (بیشتر معنی یک آرمان یا سبب و انجامی را نشان میدهد)

Ji bo min ew tiştekî rind e

برای من آن یک چیز خوبی است.

Ez ê ji boy xizanê xwe karbikim
Gula ku min çinî ji bo te ye
Pezê nêr ji bo firotinê ye
Ji bo vê yekê ew nikare bêbû
Ji bona Xwedê kar dike
Bavo sa min re jî kirasek kirî
Ez sewa te hatim
Ji bo te ez hatim
Sewa te ez hatim
Ji bo ku em dereng hatin, em nêliştin hundir


Ji nav

hirç ji nav daran derket

Min ev (va) kitaba ji nav yên din hilbijartiye (intixab kirîye

Ji paş
ji paş xaniyê me av diherike

 …  Ji pişt
…  Ji pêş

Ji ser  
Min rojname ji ser mîzê rakir

Ji îro pê ve tukes ji wan li vir namên
Ji diho û vir da tukes ji wan li wir neman
Ji cem min çû
…  Ji aliyê
…  Ji derve
… Ji der
…  Ji dil
… Ji hev
Ez wan ji hev nas nakim
Min ewna ji hev daxistin

   در               Li
(این حرف اضافه معمولا در جلوی اسم یک مکان قرار می گیرد و ماندن در آن مکان را نشان می دهد)

Ez li şehrî Şîrwanê kar dikem

من در شهر شیروان کار می کنم.

Nan li ku ye? Nan li nav nandanê ye

نان در کجاست؟ نان در داخل ناندان است.

Kevçî li ku ne? Li aşpijxanê ne

قاشقها در کجا هستند؟ در آشپزخانه هسنتد.

Şagird li debistanê ne

دانش آموزان در مدرسه هستند.

Bavo li kelê ye

پدر در روستا است.

Daniyal li mala apê xwe ye

دانیال در منزل عموی خود است.

Rojîn li nav baxçe (bêxçe) ye

روژین در داخل باغچه است.

Daniyal li kemançê dixe

دانیال کمانچه می نوازد.

Rojîn li Şîrwanê ye

روژین در شیروان است.

Kevok li ser darê rûniştîye

کبوتر روی درخت نشسته است.

Çûçik li hewa difire

گنجشک در آسمان پرواز می کند.

Rojîn li debistana me dixwîne

روژین در مدرسه ما درس می خواند.

Kî li mala we ye

کی در منزل شما است؟

Sinemxanim li wir namîne, dê / ê here mala meta xwe

صنم خانم در آنجا نمی ماند، به منزل عمه خود خواهد رفت.

Daniyal piştî serşûştinê kincên xwe li xwe dike

دانیال بعد از سرشویی لباسهای خود را می پوشد.

Çavê li derîyan, xwelî li serîyan

چشمی که در درب دیگران باشد، خاک بر سر است.

Ev kirasa lê (li wî / wê) datêye

این پیراهن به ایشان می آید.

Îro li mala me dawet e

امروز در منزل ما عروسی است.


Li
 welatê me zebeş (qerpûz) pir şêrîn dibin

در ولایت ما هندوانه خیلی شیرین می شوند.

Pez li hêveronê de rind diçêre

گوسفند در روشنایی نور ماه (مهتاب) خوب می چرد.

Li mala me tu xwarin nemaye

در منزل ما هیچ غذایی نمانده است.


Li kela me darên sêvan, gîlasan û gwîzan hene

در روستای ما درختان سیب، گیلاس و گردو وجود دارند.

Şagird li debistanê ders dixwînin lê bi zimanê Kurmanjî nîne

دانش آموزان در مدرسه درس می خوانند اما به زبان کردی (کرمانجی) نیست.

Barê kêmaqilan li pişta baqilan e

بار کم عقلان رو دوش عاقلان است.

Kêwanî (kedbanî) li mal e

کدبانو در منزل است.

Zebeş (qerpûz) li Deregezê çêdibin

هندوانه در درگز تولید می شوند.

Neft hem li Qoçanê û hem jî li Razê heye

نفت هم در قوچان و هم در راز (شمال بجنورد) وجود دارد.

Cilşo û feraşo (firaqşo) ya me li aşpijxanê (pijxanê) ne

ماشین لباسشویی و ماشین ظرفشویی ما در آشپزخانه است.

Ez li vir im
Min lê (li wê / wî) pirsî
Ez li vê derê dijîm
Ez li wî şehrî najîm
Rojîn li mal e
Hêsp xwe li avê xist
Ez diho li cem te bûm
Li şeran xal û xwarzî, li xwarinan ap û birazî
Çavê min li te ye
Min ji Rojînê li te pirsî
Heyfa ciwaniyê, pîrî li pey ye
Heyfa heyveronê (hîveronê), şevereş li pê (pey) ye
Ez lê (li pezê xwe) digerim
Ew li mala me ye
Li kitabê temaşe bike
Min li dêya xwe pirsî
Heke tu lê (li wê / wî) guh nedî, ez ê li te xim
Hespê me pînek lê (li wê / wî) xist
li ba min e
Li cem min e
Li bal apê xwe dihat
Li ba min ve bû, lê diho çû

!Wey li mino

!Way li minê

!Wax li mino
!Wex li minê

 در جلوی         Li  ber

Rojîn li ber pencirê ye

روژین خانم در جلوی پنجره است.

Şîv û pîvaz li ber Daniyal in

شام و پیاز در جلوی دانیال است.

Sêvek li ber Rojînê ye

یک سیب در جلوی روژین است.

Mamoste li ber textereş e

معلم در جلوی تخته سیاه است.

Daniyal li ber pêz e

دانیال در جلوی گوسفند است.

Mala yekî ar (agir) girtibû, yê din ser û pê li ber dikizirand

خانهء یکی آتش گرفته بود، آن دیگری در جلوی آن کله پاچه جزغال می داد (موی زدایی با شعله آتش).

Ez li ber derî (dêri) me
li ber mirinê ye
Li ber şîxan disekinîn
Li ber nanê xwe penîr dixwe
Ev gotina li ber xelkê eyb e
Li ber xwedê gerîyan
Li ber xwe ketin
Li ber xwe dan
Rojînê giliyê (gaziyê) birayê xwe li ber dayika xwe kir
Bi saetan li ber derî bendîxanê (zindanê) sekinîm

در زیر               Li  bin

Pişîk li bin mîzê da raketîye

گربه در زیر میز خوابیده است.

Rojîn li bin sîya darê rûniştîye

روژین در زیر سایه درخت نشسته است.

Li bin vî kevira dûpişk (dûpişt / dûmeqesk) hene

در زیر این سنگ عقربها هستند.

Av li bin qewaxê berif bûye

آب در زیر غار(تاق سنگی) جمع شده است.

Çûçik li bin asmîn da difirin

گنجشکها در زیر آسمان پرواز می کنند.

Rojîn li bin sîya darê rûnişt

روژین در زیر سایه درخت نشست.

Marê reşbelek li bin bûte ye

مار سیاه و سفید در زیر بوته است.

Were li bin darê rûne
Wê li bin darê sêv kom dikirin
Xelko, bavê te li hundir e
Otobos li nav rê xirab bû
Ew li nîvê rê da man
Li jor Qoçanê bayekî hînik (hênik) dihat
Ez li jêr im
Kela me li cîhekî dûr e
Mala me li nêzîkê mala wan e
Va sala li min nêye
Deynê (qerzê) te li kê ye
Guleya (gula) te li çi ket
Tu li ku derê bû

        کنار – در کنار          Li  kêlek

Rojîn li kêleka Daniyal e

روژین در کنار دانیال است.

Kî li kêleka min e

کی در کنار من است.

Gulperî li kêleka min e

گلپری در کنار من است.

Mamosta li kêleka şagirdan e
…  Li cem

 …  Li nav

…  Li ser

Li ser … ve
…   Li hev
Vê tifangê ji min ra li hev siwar bike
Ew li hev hatin
Ew li hev çûne

            در کجا             Li  ku

Şivan li ku ye?      Şivan li ber pêz e

چوپان در کجاست؟   چوپان در جلوی گوسفند است.

Cotkar li ku ye?    Cotkar li ser zeminê ye

شخم کار ( زراعتکار) در کجاست؟   زراعتکار در روی زمین است.

Mamosta li ku ye?     Mamoste li debistanê ye

معلم در کجاست؟   معلم در مدرسه است.

Eminye li ku ne?     Ew li qereqûl in

ژاندارمها (ماموران امنیتی) در کجا هستند؟   آنها در پاسگاه ژاندارمری هستند.

Polîs li ku ne?     Ew li polîsxanê ne

پلیس ها در کجا هستند؟   آنها در اداره پلیس (پلیس خانه) هستند.

Kevjal li ku ne?     Kevjal li nav avê ne

خرچنگها در کجا هستند؟   خرچنگها در داخل آب هستند.

           در پشت                 Li paş (paşîya

Sêv li paşiya hêkê ye û her du li ser mîzê ne

سیب در پشت تخم مرغ است و هر دو در روی میز هستند.

Pirtiqal li paşiya hirmîyê ye

پرتغال در پشت گلابی است.

Daniyal li paş kampiyûtirê ye

دانیال در پشت کامپیوتر است.

Gulperî li paş min e

گلپری در پشت سر من است.

Kela me li paş çiyayî Gulîlê ye

روستای ما در پشت کوه گولیل است.

Piştî vê yekê tukes bi te bawer nayîne

بعد از این یکی هیچکس به تو باور نمی کند.

Xwe li paş mehêle

                در جلوی           Li pêş (pêşîya

Qelem li pêş kitabê ye

قلم در جلوی کتاب است.

Şagird li pêş mamoste ye

دانش آموز در جلوی معلم است.

Kî li pêşîya te ye

کی در جلوی تو است؟

Nêrî li pêşîya kerîyê pêz serkêş e

بز نر در جلوی گله گوسفند پیشتاز است.

Kela me li pêş çiyayî Gulîlê ye

روستای ما درجلوی کوه گولیل است.

Dergistî ya min li pêş pencîrê ye

نامزد من در جلوی پنجره است.

Herwext li pêş rêzê bû

هر زمان در جلوی صف بود.

روی، در بالای                Li  ser

Qelem li ser kitabê ye

قلم در روی کتاب است.

Kitab li ser mîzê ye

کتاب بر روی میز است.

Berçavka (ayneka) te li ser taxçê ye

عینک شما در روی تاقچه است.

Qerewûl (qerentû / dîdiwan) li ser palûz e

مترسک در سر جالیزار (پالیز خربزه و هندوانه) است.

Qereqûl û eminye li ser rêya me ne

پاسگاه  و ژاندارمهای امنیتی در سر راه ما هستند.

Nan li ser sêlê tê patin

نان در روی صفحهء نان پزی (صفحه چدنی) پخته می شود.

Sêv li ser darê ye

سیب در روی درخت است.

Desgirtî ya min li ser tevnê rês (rîs) xav dike

نامزد من در روی دستگاه بافندگی (فرش بافی) پشم می ریسد (پشم یک لا می کند).

Ez li ser rê bi rê ve terim

من در روی راه پیاده روی می کنم.

Pezkovî li ser zinarê ye

گوسفند وحشی (شکاری) در روی صخره (تخته سنگ کوه) است.

Meymûn li ser darê ye

میمون بر روی درخت است.

Gul û giya li ser kanîyê hêşin dibe

گل و گیاه در روی چشمه می روید.

Berf li ser çîyan zor û zehf e

برف در روی کوهها زیاد و فراوان است.

Teyr (têr) li ser asmîn difire

عقاب در روی آسمان پرواز می کند.

Du minminîk (perperîk) li ser gula sor rûniştine

دو پروانه در روی گل سرخ نشسته اند.

Ez kitabek li ser kurdên xorasanê dinivîsim
Ez li ser vê qerarê hatim
li ser kebaban ve çû, bi ser harehara keran ve bû
Ez li ser xwe nînim
Tu li ser darê çi dikî
Kî li ser ferşê (xalî / qalî) rûniştiye

زیر                 bin

Keçik çûne bin dûrikê / darikê

دخترها به سیاحت گروهی (زیر درختان محله) رفته اند.

Baran barî û lê ket bin xanîyê me

باران بارید و سیل به زیر خانه ما افتاد.

Goga Rojînê ya reşbelek li bin darê ye

توپ سیاه و سفید روژین در زیر درخت است.

Av diherike û dikeve bin herdê

آب حرکت می کند و می رود زیر زمین.

Malên koçeran li bin xeta serhedê danîn

کاروان کوچروها در زیر خط  سرحد (نوار مرزی) اتراق کردند.

Nalbend bin simî hêsp nal dike

نعلبند زیر سم اسب را نعل می زند.

     جلوی                               ber    / berî

Li ber avê nesekin / mesekin

در جلوی آب نایستید.

Manga me ber avêt

گاو ما گوساله اندازی کرد (جلو تر از وقت زایمان).

Bizina ask (sor û reş) li ber şivîn za

بز ابرش (چند رنگی/ سرخ و سیاه) در جلوی چوپان زایید.

Pûng li ber kuna mêr hêşin dibe

پونه در جلوی سوراخ مار می روید.

Koçerên êla Kawan ber bi Mirawe Tepê ve bi rê ketin

کاروان کوچرو ایل کاوانلویی به طرف مراوه تپه به راه افتادند.

Berî her kesî ez hatim

قبل از هر کسی من آمدم.

Wan her duyan da ber hev
Wekî here ber mirinê

Berî nîvro ez ê bêbim

Berî ku ez bihatama ew çû

Ber bi jûr ve diçû
Ber bi êvarê ve diçû
Ber bi xêr be
Ber bi min ve dihat

مروری بر تعدادی دیگر از حروف اضافه که می شود نام برد از قبیل:

wekhetamînanolanalanatali gorîli gel / li cem, ji boji berpiştîberîtenê, dû
… , 

Ez jî wekî (nata) te zû rabûm

من هم مثل شما زود بلند شدم.

Berx li  maka xwe ye

بره بدنبال مادرش است.

Li rêkoçan dê û dot ketine  hev

در کاروان کوچرو  مادر و دختر بدنبال هم راه افتادند.

Qirik mîna kewê nikare bi rê here

کلاغ نمی تواند مثل کبک راه برود.

jîyan bi tenê nabe (dişwar e

زندگی به تنهایی نمی شود (دشوار است).

Danîyal jî nata bavê xwe pozbilind e

دانیال هم مثل پدرش مغرور (دماغ بلند) است.

Ew heta ku tere (diçe

ایشان تا به کجا می رود؟

Li gorî wî her tişt rast e

در نظر ایشان همه چیز درست است.

Were li gel (li cem) min demekê rune

بیا در کنار من کمی (مدتی) بنشین.

li nav hemiyan (kuliyan), min tu hilbijartî

Li navbeyna / ji navbeyna —  ji navbêna  / li navbêna —  li navbera / ji navbera

 Ez diçim nav kelegîyên (gundiyên) xwe
Ez çûm paş xêni
Di paş xaniyê me de kanîyek heye
Du gur di paş şivîn re redbûn
Tu here (biçe) ez ê pişt re (paşê) bêbim
li paş xanî me dar hene
min da pey wî
Em ji pey wan hatin
pêş min ronahî ye
Pêş min de pez heye
Di pêşiya min da av diherike
Bêbextiya xwe di pêş çavê min kir
Kela me di pişt çiyê Gulîlê de ye
Bijnûrd li navbeyna Esperayînê û Şîrwanê ye
Hestîyê hêtê, piştmazî û du parsû yên wî di navberê ra şikestine
Ez di pişt xanîyê we ra redbûm
Ez ê di pişt xwe va, jin û xizîn bihêlim
Ez li şûna wî hatime
Li şûna ku ez rûniştibûm

Li nav baxê wan de darên: bîyê, spîdar, hirmî, gwîz (gûz), sêv, gîlas, badem, alûçe, bihî, tirî (tirih), şeftalû, zerdalû, xurme, zeytûn, lîmû, tût, hencîr û çinar hene

در داخل باغ آنها این درختان وجود دارند: بید، سپیدار، گلابی، گردو، سیب، گیلاس، بادام، آلوچه، بهی، انگور، هلو، زردالو، خرما، زیتون، لیمو، توت، انجیر و درخت چنار

ادامه دارد           …           

نظرات 0 + ارسال نظر
برای نمایش آواتار خود در این وبلاگ در سایت Gravatar.com ثبت نام کنید. (راهنما)
ایمیل شما بعد از ثبت نمایش داده نخواهد شد