گاهأ یک حرف اضافه به همراه یک اسم آمده که در واقع یک حرف اضافهء مرکب را درست میکنند، مثال:
Bêpar, bêcan, bêkes, bêav, bêbav, bêdê, bêhûş, bêbext, bêzar, bêçî, bêçîk, bêgoman,bitam,bihûş, bijan, bijartin, biav, berdestî, bermalî, berçavk, berbang, binçeng, bindest,bingeh, binav, dergeh, dergûş, navber, navçe, navçeng, paşeroj, paşverû, paşpê, pêşverû,pêşîn, jibo, … hwd
از، درست شدن از ji
( حرف اضافه ji معمولا در جلوی اسم یک مکان قرار می گیرد و بیرون رفتن از آن مکان را نشان می دهد، البته معنی های دیگر هم دارد، به مثالهای زیر توجه کنید)
Ez ji debistanê têm
من از مدرسه می آیم.
Ew ji mal çû
او از خانه رفت.
Ez ji mal têm
من از منزل می آیم.
Ji darê dakeve
از درخت پایین شو!
Rojîn ji debistanê tê
روژین از مدرسه می آید.
Daniyal ji Şîrwanê ye
دانیال از شهر شیروان است.
Diya (dayika, dêya) min ji dûkanê tê
مادر من از مغازه می آید.
Bavê min ji mal derket
پدر من از منزل خارج شد.
Ez ji mala xalê xwe têm
من از منزل دایی خود می آیم.
Kambîz ji dawetê tê
کامبیز از عروسی می آید.
Rojîn ji sêvan hez dike
روژین از سیب لذت می برد.
Rojîn ji dawetê hez dike
روژین از عروسی لذت می برد.
Min Kurmanjî ji dayika xwe hêvîsî
من کرمانجی را از مادر خود یاد گرفتم.
Ez ji kurm û kêz hez nakim
من از کرم و حشره خوشم نمی آید.
Daniyal ji guran natirse
دانیال از گرگها نمی ترسد.
Daniyal berî serşûştinê kincên xwe ji xwe dike
دانیال قبل از اینکه سر خود را بشوید لباس خود را از تن خود میکند.
Ez ji Kurmanjên bakûra xorasanê me
من از کرمانجهای شمال خراسان هستم.
Daniyal ji Rojînê kêmek dirav deyn (qerz) kir
دانیال کمی پول از روژین قرض گرفت.
Ew ji bo xelkî xwe kar (xebat) dike
او برای مردم خود کار می کند.
Bavê te ji bo birayê min radyoyek kirî
پدر شما برای برادرم یک رادیو خرید.
Ew bîst sal berê ji dayika xwe bûye
ایشان بیست سال پیش از مادرش متولد شده است.
Gur ji roja bi mijdûman hez dike
گرگ از روز مه آلود لذت می برد.
Kesê ku ji yekê fahm neke, ji sedî jî fahm nake
کسی که از یک نفر نفهمد، از صد نفر هم نمی فهمد.
Xanîyê me ji yê we bilindtir e
خانه ما از مال شما بلندتر است.
Hesp ji mehînê (mahînê) bezatir e
اسب از مادیان تندتر است.
Golika malê ji gayê malê natirse
گوسالهء اهل خانه از گاو خانه نمی ترسد.
Hengulîska tilîya (pêçîya) dergistîya min ji zêr e
انگشتر انگشت نامزد من از طلا است.
Bazinên destê (zendê) destgirtîya min ji zîv in
النگوهای دست (ساعد) نامزد من از نقره هستند.
Di bezînê (revînê) de ez ji te rindtir im
در دویدن من از شما بهتر هستم.
Beroş (tasik) a bêrîvanê ji mîs e
دیگ (پاتیل) کدبانو شیردوش از مس است.
Bêrîvanê şîr ji satilê rijande nav tasikê
کدبانو شیردوش، شیر را از سطل به داخل بادیه (کاسه فلزی) ریخت.
Bizina sor ji ser kevirê bêrîyê bazda û beroşa şîr rijand
بز قرمز از روی سنگ سکوی شیردوشی پرید و دیگ شیر را ریخت.
Çavên hinek ji malbata me kesk in, lê yên hinekan jî şîn, reş yan jî qehweyî ne
چشمهای تعدادی از خانواده ما سبز هستند، اما مال تعدادی نیز آبی، سیاه یا اینکه قهوه ای هستند.
Ji mal têm
Mala min ji şehrî Qoçanê dûr e
Kulav ji liva berxan çêdibe
Rojînê ji qehra wî guldan şikand (işkand
Ez ji desgirtî ya xwe pir razî me
Weqes ji xwe razî mebe lo
Jê (ji vê derê) tê
Mast û penîr ji şîr çêdibin
Ji wê rojê min dil bi te da
Ez ji te hez dikem
Kaxez ji daran çêdibe
Ji min qehir meke
Min jê (ji yara xwe) hez kir
Ew Ji min hez dike
Yêk jê (ji wan) pir xweşik bû
Weqes bi rê çûn ku ji pê (piyan) ketin
Koçer ji deşta (zozana) gulîlê daketin
Koçerên êla kawan ji çîyayi Ispicîrê barkirin
Rûyê desgirtî ya min ji heyva çardehê rewşentir e
Yekî ji wan got ku li Xorasanê xwendin bi kurmanji lazim e
Misirxanê kawî ji koçberiyê (yêlaq û qişlaq) dest kişand û di Şîrwanê de cîh girt
Bi qeyr ji (ji xeynî) Merawe Tepê, menteqa Serexsê jî qişlaqa koçerên Kurmanj e
Lepik û şalên stûya serdar û çobazên Yêkitiya Zeferanlu ya êlên Kurdên Xorasanê ji tiftika bizin, yan ji herîya pêz û pirçika devan bûn
برای ji … re ) ra
برای – (بیشتر معنی میل به چیزی داشتن و یا آرمانی را می رساند، معنی های دیگر هم دارد به مثالهای زیر توجه کنید)
ji xelkê re jîr e, ji xwe re kwîr (kûr) e
برای مردم زیرک است، برای خودش کور است.
ji xelkê re gul e, ji xwe re kul e
برای مردم گل است، برای خودش ورم (زخم چرکین) است.
Ji min re kêmek dirav bişîne
برای من کمی پول بفرست.
Rojînê ji xwe re bestenî kirî
روژین برای خودش بستنی خرید.
Rojînê ji Daniyal re tu tişt negot
روژین برای دانیال هیچ چیزی نگفت.
Daniyal ji Rojînê re gulek kirîye
دانیال برای روژین یک گل خریده است.
Ez ji we re tiştekî nabêjim
من برای شما چیزی نمی گویم.
Jê (ji wê / wî) re nebêje (mewêje
برای ایشان نگویی.
Ez heroj jê (ji wê / wî) re dipirsim
من هر روز برای ایشان (زن / مرد) می پرسم.
Ew ji hevalên xwe re nîn dibin
آنها برای دوستان خود غذا می برند.
Em ji Kurdên Xorasanê re xwendin û nivîsîn bi Kurmanjî dixwazin
ما برای کردهای خراسان خواندن و نوشتن به کرمانجی می خواهیم.
Ji dêlva ku ji bavê min re bibêje, ji min re got
بجای اینکه به پدر من بگوید، به من گفت.
Yekî ji hevalê xwe ra got lawikek min heye, hevêl got xwedê ji te ra bihêle
یکی به دوستش گفت که یک فرزند پسر دارم، دوستش گفت خدا برای شما حفظش کند.
Ji te ra çi
Ez ji te ra her tiştî dibêjim
Min ji xwe ra digot
Ji min ra xoşbextî û ji reqîbê min ra bêbextî mida ken / nida ken
Kêfa min jê (ji wê) re tê
Min jê (ji wê / wî) re da
Wê ji min re sêvek şand
Wê ji min û te ra du kitab kirîne
Va (ev) nana (xwerina) ji me û we ra hatiye
Min jê (ji Rojînê) ra got
Ji min ra duçerxêkê bistîne
Ji apî min ra kar bikî û nekî yêke
ji … ve (va
معمولأ حرکتی یا عملی را نشان می دهد، معنی های دیگری هم میدهد، به مثالهای زیر توجه کنید
Xanî ji binî ve hilweşiya, ê bi kêrî tiştekî nayê
خانه از بنیان تخریب شد، به کار هیچ چیزی نمی خورد.
Ji aliyê tendurustî va ez xweşim
از نظر تندرستی من سالم هستم.
Ji te va çi
به نظر شما چی؟
Ji pê (piyan) va ketim
از پا افتادم.
ji pê (pey) te va kesek heye
به دنبال شما (بعد از شما) کسی هست؟
Ew ji pê me va dibezî (direvî
Ji nû ve dest pê kirin
Ji girê min va tişt negihişte min
Ji berê va ew dara bûn
Min ew ji nêzîk va rind dît
Ji dûr va temaşe kirin rind nîne
Tu dikarî ji ber min ve gepbikî
Wî ji ber deynê xwe ve bax firût
Ji min ve nêye dîtin
Ji aliyê min ve çû
Ji wir ve hat
Ji ber min ve jî bixwe
Ji dêl min ve bixwe
Ji pê me va nanê nîvro xwarin
ji … de ( da
بیشتر معنی مکان و یا طرفی که یک حرکت از آن شروع می شود می دهد
Ji aliyê min da rahet bibe
از طرف من راحت باشید.
Ji jor da dihate jêr
از بالا می آمد پایین.
Ji niha û pê de ez ê bi kurmanji binivîsim
از حالا به بعد من به کرمانجی خواهم نوشت
Roja xweş ji sibêh da xweş e
روز خوش از همان صبحش خوش است.
Ji wê rojê û vir da min ew nedîtiye
از همان روز به این طرف من ایشان را ندیدم.
Ji wir de hat
از آنطرف آمد
Ji vir de çû
از اینطرف رفت
ji ber
Ji ber çi
برای چی؟
Ji ber ku
برای اینکه.
Ji ber vê yekê
بخاطر این یکی.
Ji ber xwe
از پیش خود.
Rojînê mêwe ji ber me bir
روژین میوه ها را از جلوی ما برد.
Cecoxanê kawî şûr ji ber xwe kişand
ججو خان کاوانلویی شمشیر را از جلوی خود در کشید.
Ji ber çi tu nehatî
Kambîz ji ber bavê xwe ve rabû
Min Kambîz ji ber Daniyal ve şand dûkanê
Ez ji ber wî ve çûm Qoçanê
Me berx ji ber şîr ve kirin
Em ji ber wî rabûn
Ji ber …. re
ji dêl xweşiyê, te dilê me ji qeman (xeman) û qusan dagirtiye
Ji binDestê xwe ji bin kulavê xwe derîne
Ji bin ….. de (da
Ava befirendîla zozana Gulîlê ji bin herdê da berve Şîrwanê diherike
Ji bin … ve
Ji bin pirê ve redbû
Ji bo / ji boy / ji bona / bona / ji boyina [Seba / sebo / sebona / sewa / sa / seva
برای – (بیشتر معنی یک آرمان یا سبب و انجامی را نشان میدهد)
Ji bo min ew tiştekî rind e
برای من آن یک چیز خوبی است.
Ez ê ji boy xizanê xwe karbikim
Gula ku min çinî ji bo te ye
Pezê nêr ji bo firotinê ye
Ji bo vê yekê ew nikare bêbû
Ji bona Xwedê kar dike
Bavo sa min re jî kirasek kirî
Ez sewa te hatim
Ji bo te ez hatim
Sewa te ez hatim
Ji bo ku em dereng hatin, em nêliştin hundir
Ji nav
hirç ji nav daran derket
Min ev (va) kitaba ji nav yên din hilbijartiye (intixab kirîye
Ji paş
ji paş xaniyê me av diherike
… Ji pişt
… Ji pêş
Ji ser
Min rojname ji ser mîzê rakir
Ji îro pê ve tukes ji wan li vir namên
Ji diho û vir da tukes ji wan li wir neman
Ji cem min çû
… Ji aliyê
… Ji derve
… Ji der
… Ji dil
… Ji hev
Ez wan ji hev nas nakim
Min ewna ji hev daxistin
در Li
(این حرف اضافه معمولا در جلوی اسم یک مکان قرار می گیرد و ماندن در آن مکان را نشان می دهد)
Ez li şehrî Şîrwanê kar dikem
من در شهر شیروان کار می کنم.
Nan li ku ye? Nan li nav nandanê ye
نان در کجاست؟ نان در داخل ناندان است.
Kevçî li ku ne? Li aşpijxanê ne
قاشقها در کجا هستند؟ در آشپزخانه هسنتد.
Şagird li debistanê ne
دانش آموزان در مدرسه هستند.
Bavo li kelê ye
پدر در روستا است.
Daniyal li mala apê xwe ye
دانیال در منزل عموی خود است.
Rojîn li nav baxçe (bêxçe) ye
روژین در داخل باغچه است.
Daniyal li kemançê dixe
دانیال کمانچه می نوازد.
Rojîn li Şîrwanê ye
روژین در شیروان است.
Kevok li ser darê rûniştîye
کبوتر روی درخت نشسته است.
Çûçik li hewa difire
گنجشک در آسمان پرواز می کند.
Rojîn li debistana me dixwîne
روژین در مدرسه ما درس می خواند.
Kî li mala we ye
کی در منزل شما است؟
Sinemxanim li wir namîne, dê / ê here mala meta xwe
صنم خانم در آنجا نمی ماند، به منزل عمه خود خواهد رفت.
Daniyal piştî serşûştinê kincên xwe li xwe dike
دانیال بعد از سرشویی لباسهای خود را می پوشد.
Çavê li derîyan, xwelî li serîyan
چشمی که در درب دیگران باشد، خاک بر سر است.
Ev kirasa lê (li wî / wê) datêye
این پیراهن به ایشان می آید.
Îro li mala me dawet e
امروز در منزل ما عروسی است.
Li welatê me zebeş (qerpûz) pir şêrîn dibin
در ولایت ما هندوانه خیلی شیرین می شوند.
Pez li hêveronê de rind diçêre
گوسفند در روشنایی نور ماه (مهتاب) خوب می چرد.
Li mala me tu xwarin nemaye
در منزل ما هیچ غذایی نمانده است.
Li kela me darên sêvan, gîlasan û gwîzan hene
در روستای ما درختان سیب، گیلاس و گردو وجود دارند.
Şagird li debistanê ders dixwînin lê bi zimanê Kurmanjî nîne
دانش آموزان در مدرسه درس می خوانند اما به زبان کردی (کرمانجی) نیست.
Barê kêmaqilan li pişta baqilan e
بار کم عقلان رو دوش عاقلان است.
Kêwanî (kedbanî) li mal e
کدبانو در منزل است.
Zebeş (qerpûz) li Deregezê çêdibin
هندوانه در درگز تولید می شوند.
Neft hem li Qoçanê û hem jî li Razê heye
نفت هم در قوچان و هم در راز (شمال بجنورد) وجود دارد.
Cilşo û feraşo (firaqşo) ya me li aşpijxanê (pijxanê) ne
ماشین لباسشویی و ماشین ظرفشویی ما در آشپزخانه است.
Ez li vir im
Min lê (li wê / wî) pirsî
Ez li vê derê dijîm
Ez li wî şehrî najîm
Rojîn li mal e
Hêsp xwe li avê xist
Ez diho li cem te bûm
Li şeran xal û xwarzî, li xwarinan ap û birazî
Çavê min li te ye
Min ji Rojînê li te pirsî
Heyfa ciwaniyê, pîrî li pey ye
Heyfa heyveronê (hîveronê), şevereş li pê (pey) ye
Ez lê (li pezê xwe) digerim
Ew li mala me ye
Li kitabê temaşe bike
Min li dêya xwe pirsî
Heke tu lê (li wê / wî) guh nedî, ez ê li te xim
Hespê me pînek lê (li wê / wî) xist
li ba min e
Li cem min e
Li bal apê xwe dihat
Li ba min ve bû, lê diho çû
!Wey li mino
!Way li minê
!Wax li mino
!Wex li minê
در جلوی Li ber
Rojîn li ber pencirê ye
روژین خانم در جلوی پنجره است.
Şîv û pîvaz li ber Daniyal in
شام و پیاز در جلوی دانیال است.
Sêvek li ber Rojînê ye
یک سیب در جلوی روژین است.
Mamoste li ber textereş e
معلم در جلوی تخته سیاه است.
Daniyal li ber pêz e
دانیال در جلوی گوسفند است.
Mala yekî ar (agir) girtibû, yê din ser û pê li ber dikizirand
خانهء یکی آتش گرفته بود، آن دیگری در جلوی آن کله پاچه جزغال می داد (موی زدایی با شعله آتش).
Ez li ber derî (dêri) me
li ber mirinê ye
Li ber şîxan disekinîn
Li ber nanê xwe penîr dixwe
Ev gotina li ber xelkê eyb e
Li ber xwedê gerîyan
Li ber xwe ketin
Li ber xwe dan
Rojînê giliyê (gaziyê) birayê xwe li ber dayika xwe kir
Bi saetan li ber derî bendîxanê (zindanê) sekinîm
در زیر Li bin
Pişîk li bin mîzê da raketîye
گربه در زیر میز خوابیده است.
Rojîn li bin sîya darê rûniştîye
روژین در زیر سایه درخت نشسته است.
Li bin vî kevira dûpişk (dûpişt / dûmeqesk) hene
در زیر این سنگ عقربها هستند.
Av li bin qewaxê berif bûye
آب در زیر غار(تاق سنگی) جمع شده است.
Çûçik li bin asmîn da difirin
گنجشکها در زیر آسمان پرواز می کنند.
Rojîn li bin sîya darê rûnişt
روژین در زیر سایه درخت نشست.
Marê reşbelek li bin bûte ye
مار سیاه و سفید در زیر بوته است.
Were li bin darê rûne
Wê li bin darê sêv kom dikirin
Xelko, bavê te li hundir e
Otobos li nav rê xirab bû
Ew li nîvê rê da man
Li jor Qoçanê bayekî hînik (hênik) dihat
Ez li jêr im
Kela me li cîhekî dûr e
Mala me li nêzîkê mala wan e
Va sala li min nêye
Deynê (qerzê) te li kê ye
Guleya (gula) te li çi ket
Tu li ku derê bû
کنار – در کنار Li kêlek
Rojîn li kêleka Daniyal e
روژین در کنار دانیال است.
Kî li kêleka min e
کی در کنار من است.
Gulperî li kêleka min e
گلپری در کنار من است.
Mamosta li kêleka şagirdan e
… Li cem
… Li nav
… Li ser
Li ser … ve
… Li hev
Vê tifangê ji min ra li hev siwar bike
Ew li hev hatin
Ew li hev çûne
در کجا Li ku
Şivan li ku ye? Şivan li ber pêz e
چوپان در کجاست؟ چوپان در جلوی گوسفند است.
Cotkar li ku ye? Cotkar li ser zeminê ye
شخم کار ( زراعتکار) در کجاست؟ زراعتکار در روی زمین است.
Mamosta li ku ye? Mamoste li debistanê ye
معلم در کجاست؟ معلم در مدرسه است.
Eminye li ku ne? Ew li qereqûl in
ژاندارمها (ماموران امنیتی) در کجا هستند؟ آنها در پاسگاه ژاندارمری هستند.
Polîs li ku ne? Ew li polîsxanê ne
پلیس ها در کجا هستند؟ آنها در اداره پلیس (پلیس خانه) هستند.
Kevjal li ku ne? Kevjal li nav avê ne
خرچنگها در کجا هستند؟ خرچنگها در داخل آب هستند.
در پشت Li paş (paşîya
Sêv li paşiya hêkê ye û her du li ser mîzê ne
سیب در پشت تخم مرغ است و هر دو در روی میز هستند.
Pirtiqal li paşiya hirmîyê ye
پرتغال در پشت گلابی است.
Daniyal li paş kampiyûtirê ye
دانیال در پشت کامپیوتر است.
Gulperî li paş min e
گلپری در پشت سر من است.
Kela me li paş çiyayî Gulîlê ye
روستای ما در پشت کوه گولیل است.
Piştî vê yekê tukes bi te bawer nayîne
بعد از این یکی هیچکس به تو باور نمی کند.
Xwe li paş mehêle
در جلوی Li pêş (pêşîya
Qelem li pêş kitabê ye
قلم در جلوی کتاب است.
Şagird li pêş mamoste ye
دانش آموز در جلوی معلم است.
Kî li pêşîya te ye
کی در جلوی تو است؟
Nêrî li pêşîya kerîyê pêz serkêş e
بز نر در جلوی گله گوسفند پیشتاز است.
Kela me li pêş çiyayî Gulîlê ye
روستای ما درجلوی کوه گولیل است.
Dergistî ya min li pêş pencîrê ye
نامزد من در جلوی پنجره است.
Herwext li pêş rêzê bû
هر زمان در جلوی صف بود.
روی، در بالای Li ser
Qelem li ser kitabê ye
قلم در روی کتاب است.
Kitab li ser mîzê ye
کتاب بر روی میز است.
Berçavka (ayneka) te li ser taxçê ye
عینک شما در روی تاقچه است.
Qerewûl (qerentû / dîdiwan) li ser palûz e
مترسک در سر جالیزار (پالیز خربزه و هندوانه) است.
Qereqûl û eminye li ser rêya me ne
پاسگاه و ژاندارمهای امنیتی در سر راه ما هستند.
Nan li ser sêlê tê patin
نان در روی صفحهء نان پزی (صفحه چدنی) پخته می شود.
Sêv li ser darê ye
سیب در روی درخت است.
Desgirtî ya min li ser tevnê rês (rîs) xav dike
نامزد من در روی دستگاه بافندگی (فرش بافی) پشم می ریسد (پشم یک لا می کند).
Ez li ser rê bi rê ve terim
من در روی راه پیاده روی می کنم.
Pezkovî li ser zinarê ye
گوسفند وحشی (شکاری) در روی صخره (تخته سنگ کوه) است.
Meymûn li ser darê ye
میمون بر روی درخت است.
Gul û giya li ser kanîyê hêşin dibe
گل و گیاه در روی چشمه می روید.
Berf li ser çîyan zor û zehf e
برف در روی کوهها زیاد و فراوان است.
Teyr (têr) li ser asmîn difire
عقاب در روی آسمان پرواز می کند.
Du minminîk (perperîk) li ser gula sor rûniştine
دو پروانه در روی گل سرخ نشسته اند.
Ez kitabek li ser kurdên xorasanê dinivîsim
Ez li ser vê qerarê hatim
li ser kebaban ve çû, bi ser harehara keran ve bû
Ez li ser xwe nînim
Tu li ser darê çi dikî
Kî li ser ferşê (xalî / qalî) rûniştiye
زیر bin
Keçik çûne bin dûrikê / darikê
دخترها به سیاحت گروهی (زیر درختان محله) رفته اند.
Baran barî û lê ket bin xanîyê me
باران بارید و سیل به زیر خانه ما افتاد.
Goga Rojînê ya reşbelek li bin darê ye
توپ سیاه و سفید روژین در زیر درخت است.
Av diherike û dikeve bin herdê
آب حرکت می کند و می رود زیر زمین.
Malên koçeran li bin xeta serhedê danîn
کاروان کوچروها در زیر خط سرحد (نوار مرزی) اتراق کردند.
Nalbend bin simî hêsp nal dike
نعلبند زیر سم اسب را نعل می زند.
جلوی ber / berî
Li ber avê nesekin / mesekin
در جلوی آب نایستید.
Manga me ber avêt
گاو ما گوساله اندازی کرد (جلو تر از وقت زایمان).
Bizina ask (sor û reş) li ber şivîn za
بز ابرش (چند رنگی/ سرخ و سیاه) در جلوی چوپان زایید.
Pûng li ber kuna mêr hêşin dibe
پونه در جلوی سوراخ مار می روید.
Koçerên êla Kawan ber bi Mirawe Tepê ve bi rê ketin
کاروان کوچرو ایل کاوانلویی به طرف مراوه تپه به راه افتادند.
Berî her kesî ez hatim
قبل از هر کسی من آمدم.
Wan her duyan da ber hev
Wekî here ber mirinê
Berî nîvro ez ê bêbim
Berî ku ez bihatama ew çû
Ber bi jûr ve diçû
Ber bi êvarê ve diçû
Ber bi xêr be
Ber bi min ve dihat
مروری بر تعدادی دیگر از حروف اضافه که می شود نام برد از قبیل:
wek, heta, mîna, nola, nala, nata, li gorî, li gel / li cem, ji bo, ji ber, piştî, berî, tenê, dû
… ,
Ez jî wekî (nata) te zû rabûm
من هم مثل شما زود بلند شدم.
Berx li dû maka xwe ye
بره بدنبال مادرش است.
Li rêkoçan dê û dot ketine dû hev
در کاروان کوچرو مادر و دختر بدنبال هم راه افتادند.
Qirik mîna kewê nikare bi rê here
کلاغ نمی تواند مثل کبک راه برود.
jîyan bi tenê nabe (dişwar e
زندگی به تنهایی نمی شود (دشوار است).
Danîyal jî nata bavê xwe pozbilind e
دانیال هم مثل پدرش مغرور (دماغ بلند) است.
Ew heta ku tere (diçe
ایشان تا به کجا می رود؟
Li gorî wî her tişt rast e
در نظر ایشان همه چیز درست است.
Were li gel (li cem) min demekê rune
بیا در کنار من کمی (مدتی) بنشین.
li nav hemiyan (kuliyan), min tu hilbijartî
Li navbeyna / ji navbeyna — ji navbêna / li navbêna — li navbera / ji navbera
Ez diçim nav kelegîyên (gundiyên) xwe
Ez çûm paş xêni
Di paş xaniyê me de kanîyek heye
Du gur di paş şivîn re redbûn
Tu here (biçe) ez ê pişt re (paşê) bêbim
li paş xanî me dar hene
min da pey wî
Em ji pey wan hatin
pêş min ronahî ye
Pêş min de pez heye
Di pêşiya min da av diherike
Bêbextiya xwe di pêş çavê min kir
Kela me di pişt çiyê Gulîlê de ye
Bijnûrd li navbeyna Esperayînê û Şîrwanê ye
Hestîyê hêtê, piştmazî û du parsû yên wî di navberê ra şikestine
Ez di pişt xanîyê we ra redbûm
Ez ê di pişt xwe va, jin û xizîn bihêlim
Ez li şûna wî hatime
Li şûna ku ez rûniştibûm
Li nav baxê wan de darên: bîyê, spîdar, hirmî, gwîz (gûz), sêv, gîlas, badem, alûçe, bihî, tirî (tirih), şeftalû, zerdalû, xurme, zeytûn, lîmû, tût, hencîr û çinar hene
در داخل باغ آنها این درختان وجود دارند: بید، سپیدار، گلابی، گردو، سیب، گیلاس، بادام، آلوچه، بهی، انگور، هلو، زردالو، خرما، زیتون، لیمو، توت، انجیر و درخت چنار
ادامه دارد …